Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li parêzgehên Colemêrg, Bedlîs, Çewlîg, Erzirom, Qers, Wan û Şirnexê berfeke zêde dibare.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo hin bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û sermayê da.

Saziya Keşnasiyê ragihand ku li parêzgehên Colemêrg, Bedlîs, Çewlîg, Erzerom, Qers, Wan û Şirnexê berfeke zêde dibare.

Barana gur û daketina pileyên germê

Li Amed, Dîlok, Sêrt, Meletî û Rihayê jî barana gur dê bibare.

Li gorî pêşbîniyên Saziya Keşnasiyê, di nav hefteya bê de şilî didome û pileyên germahiyê dadikevin.