Li Çewlîgê qeza: Bav û kur mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, du otomobîl li hev qelibîn û di qezayê de bav û kurek mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Çewlîg û navçaya wê Dara Hênê otomobîla ku şofêrê wê E.B. diajot û otomobîla ku nasnameya şofêrê wê hê nehatiye zanîn li hev qelibîn.
Di qezayê de 6 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.
Ji birîndaran Aydin K.yê 54 salî û kurê wî Kerîm K.yê 21 salî tevî hemû midaxeleyan li nexweşxaneyê mirin.