Wezareta Tenduristiyê ya Îranê: Di xwenîşandanan de 100 xwendekar hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê diyar kir ku di xwenîşandan û nerazîbûnên meha borî de nêzîkî 100 xwendekar hatine kuştin.

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê yê Kar û Barên Çandî û Xwendekaran Mesûd Hebîbî ragihand ku ew xwendekar ji aliyê kesên "biyanî û terorîstan" ve hatine kuştin.

Mesûd Hebîbî behsa tundiya hêzên ewlehiyê yên hikûmetê ya li hemberî xwenîşanderan nekir.

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê di berdewamiyê jî de got,"Mixabin nêzîkî 100 xwendekaran di bûyerên dawî de canê xwe ji dest daye ku bi biryara Rêber (Elî Xamineyî), hejmareke zêde ya qurbaniyên van bûyeran ku destê kesên biyanî û terorîst tê de diyar bû, wekî şehîd hatine tomarkirin."

Çarenivîsa xwendekarên girtî

Hebîbî derbarê hejmar û rewşa xwendekarên li zanîngehan hatine girtin jî axivî û got:

"Beşeke mezin a girtiyan hatine berdan û niha tenê nêzîkî 8 an 9 xwendekarên zanîngehê li zindanê girtî ne.

Em dê di şopandina xwe de bidomînin da ku ev kes jî bên berdan."

Berpirsê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê got ku di şerê 12 rojî yê hezîrana sala borî de yê li gel Îsraîlê, du xwendekarên bijîşkiyê yên Tehran û Meşhedê hatine kuştin.

Amarên nakok

Hikûmeta Îranê ragihandiye ku di nerazîbûnan de sê hezar û 117 kes hatine kuştin lê rêxistinên mafên mirovan amarên cuda didin û dibêjin hejmara qurbaniyan gelekî zêdetir e.

Birêvebirê Giştî yê Sîstema Bjîşkiyê ya Îranê Mihemed Reîszade jî doh ragihand ku di nerazîbûnên dawî de nêzîkî 25 hezar kes birîndar bûne.

Ajansa Mafên Mirovan a Îranê jî diyar dike ku heta îro kuştina şeş hezar û 961 kesan di xwenîşandanên Îranê de hatiye piştrastkirin ku ji wê hejmarê 178 kes temenê wan di bin 18 saliyê re bûye.

Her wiha 214 kes ji hêzên ewlehiyê bûne û 62 kes jî xelkê asayî bûne ku beşdarî xwepêşandanan nebûne.

Wê rêxistinê her wiha diyar kir ku navê 11 hezar û 465 kuştiyên din ketine destê wan ku niha mijûlî piştrastkirina nasnameyên wan in û da zanîn ku ji destpêka xwenîşandanan ve 51 hezar û 465 kes hatine girtin.