Li Sêrtê pevçûn: 15 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê di pevçûna bi dar û keviran de 15 kes birîndar bûn.

Li gundê Madarê yê Sêrtê di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hîn nehatiye zanîn nîqaş derket.

Nîqaş di demeke kurt de mezin bû û veguherî pevçûna bi dar û keviran.

Li ser agahdarkirina şêniyên gund, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Hat diyarkirin ku di pevçûnê de 15 kes birîndar bûne.

Tîmên tenduristiyê birîndar ji bo dermankirinê veguhastin nexweşxaneyên bajêr.

10 kes hatin desteserkirin

Hêzên ewlehiyê li gund tedbîrên ewlehiyê standin û midaxeleyî pevçûnê kir.

Hat ragihandin ku têkildarî bûyerê 10 kes hatine desteserkirin û lêpirsîn didome.