Almanya beşek ji hêzên xwe yên li Hewlêrê vedikişîne
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Almanyayê ragihand ku ji ber zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn û wekî tedbîreke xweparastinê, wan beşek ji hêzên xwe yên li Hewlêrê vekişandine.
Berdevkekî Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Artêşa Almanyayê li ser mijarê bi rêya emailê pirsa Edîtorê Beşa Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefayê bersivand.
Berdevk piştrast kir ku wan biryara vekişandina hinek karmendên xwe daye û got:
"Ji ber zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn, wekî tedbîreke pêşwext, me ew karmendên xwe yên li Hewlêrê ku niha hebûna wan ji bo birêvebirina erkan ne lezgîn û pêwîst e, bi awayekî demkî vekişandin."
Li gorî zanyariyên wî berdevkî, vekişîna wê beşa hêzên wan dê bandorê li çalakiyên girîng ên Artêşa Almanyayê yên li Herêma Kurdistanê neke.
Berdevk got, "Erkên sereke dê ji aliyê wan hêzên ku li herêmê mane ve berdewam bikin.
Ev biryar bi hevahengiyeke hûr a bi hevbeşên me yên navneteweyî re hatiye dayîn."
"Silametiya leşkeran li pêş e"
Fermandariya Hêzên Hevbeş derbarê sedema sereke ya biryarê amaje bi wê yekê dike ku silametiya leşkerên wan di pêşiya karên wan de ye.
Berdevk her wiha got:
"Ji bo kêmkirina egera metirsiyan, ew karmendên ku erkên wan ji bo niha ne hestiyar in, tên vegerandin.
Em ji nêzîk ve çavdêriya rewşa ewlehiyê dikin û em bi leşker û hevbeşên xwe re di pêwendiyeke berdewam de ne da ku her dem be, em karibin zû bersiva her bipêşketinê bidin."
Berê medyaya Almanyayê belav kiribû ku ev biryara Berlînê piştî pêşkêşkirina raporeke Fermandariya Operasyonên Artêşa Almanyayê ya ji bo parlamentoya wî welatî tê.
Di raporê de hişyarî li ser metirsiya zêdebûna pevçûnên leşkerî yên di navbera Amerîka û Îranê yên li herêmê de hatiye dayîn.
300 leşker li Kurdistanê ne
Almanya endameke çalak a Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ye û nêzîkî 300 leşkerên wê li Herêma Kurdistanê ne.
Erkê sereke ya wan hêzan ew e ku şêwirmendiya leşkerî û perwerde û rahênanê bidin Hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê da ku rê li ber serhildana DAIŞê bigirin.