Şandeya Asayîşa Kobaniyê diçe Helebê
Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Asayîşa Kobaniyê diçe Helebê û dê bi Fermandariya Hêzên Ewlehiya Giştî ya Parêzgeha Helebê re bicive.
Berpirsa Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Kantona Feratê Rojîn Mêhran li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Rojîn Mêhranê ragihand ku şandeyeke pilebilind a Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Kobaniyê diçe Helebê.
Mehranê da zanîn ku şandeya Asayîşa Kobaniyê dê bi Berpirsê Ewlehiya Giştî yê Helebê û endamên fermandariya wê re bicive.
Mijar rakirina dorpêçê ye
Tê çaverêkirin ku naveroka civînê li ser rakirina dorpêça li ser bajarê Kobaniyê û mijara bicihbûna hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ya li wî bajarî be.
Piştî 22 rojan ji dorpêça giran, ev cara yekem e ku şandeyeke ewlehiyê ji bo mijarên îdarî ji Kobaniyê diçe Helebê.
ji Kobaniyê derdikeve û ji bo mijarên îdarî berê xwe dide Helebê.