Jinên Kurd di 8ê Adarê de xwîn bexşîn pêşmergeyan!

08-03-2016
Gülbahar Altaş
Nîşan Jin Kurd Pêşmerge 8ê Adarê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Jinên Kurdistanê îro bi helkevta 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan, di kampaniyayekê de xwîn dan pêşmergeyan.

 

Sekretera Giştî ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê Dr. Viyan Silêman derbarê vê kampaniyayê de ji Rûdawê re axivî û got: “Kurdistan di pêvajoyeke zehmet re derbas dibe. Em wek jinên Kurd, di vê roja taybet bi me de, me xwast piştgîriyê bidin têkoşîna birayên xwe yên pêşmerge yên qehreman.”



 

Herwiha Berpirsa Ragihandinê ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê Sevîn Mihemed jî got: “Em dixwazin vê peyamê bidin birayên xwe yên pêşmerge, ku eger hûn li çeperan bo parastina me xwîna xwe dirijînin, em jî her gave bi we re ne. Em her titşî bikin, em nikarin heqê wan bidin.”

 

Sevîn Mihemed da xuyakirin, ku di 30 navendan de kampaniya bexşîn axwînê bi pêşmergeyan dest pê kiriye û hêvî kir, ku beşdariya di vê kampaniyayê de zêde be.



 

Beşdarbûyeke kampaniyayê bi navê Sîpan Ergoşî jî ji Rûdawê re got: “Her çiqasî ku em di çeperan de şer nakin jî, lê em bi bexşîna xwînê bi hêzên pêşmerge dixwazin bi wan re bin.”



 

Endama Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Şîrîn Xalid jî da zanîn: “Îro jinên Kurd bo alîkarî û piştgîriya pêşmerge hatin vir, daku her çiqas kêm be jî piştevaniyê li wan bikin.”

 

Şîrîn Xalid tekez kir: “Em bo beşdarbûna jinan di vê kampaniyayê de spasiya wan dikin û em hêvî dikin ku beşdariya jinan zêdetir be.”


 

Herwiha endama Encumena Jinana Hewlêrê Emel Îbrahîm jî derbarê vê kampaniyayê de ragihand: “Em wek jinên kurd, di her demî û her şertûmercekî de emê bi Hêzên Pêşmerge re bin.”

 

Yekîtiya Jinên Kurdistanê bi helkevta 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan li Başûrê Kurdistanê gellek semînar û civîn lidar dixe.



 

Herwiha panêlek bi beşdariya 3o rêxistin û saziyên navdewletî û bi tevlîbûna Netewên Yekbûyî (NY) bi heman boneyê tê lidarxistin.

 

Di panêlê de dê li ser şerê DAIŞê û kirîza darayî ya li Kurdistanê û bandora wan li ser jinan gotûbêj bên kirin.

 

Herwiha jinên Kurd dê di navbera 9-10ê Adarê serdana pêşmergeyên jin ên ku li eniyên şer, li dijî DAIŞê şer dikin, bikin û dê xelatê bidin wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst