Mehmûd Osman: Divê hemû alî ligel PKKê biaxivin

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman eşkere kir, ku ji ber aloziyên Şingalê ligel berpirsên PKKê axiviye û gotine pirsgirêka wan ligel PDKê ye, partiyên din ên Başûrê Kurdistanê dixwazin ew li Şingalê bimînin.

 

Siyasetmedar û parlamenterê berî Mehmûd Osman di dema beşdarbûna bûltena Rûdawê bû û derbarê aloziyên li Şingalê got; “Şingal bajarekê şehîdan e birîndar e mîna Helebce. Xelk hê venegeriyaye. Nabe li wir kurd şerê hev bikin. Nabe ev hinde hêzên cuda li Şingalê bin. Ji be rev yek dibe sedema pevçûn û gengeşiyê. Pêwîst e li Şingalê pirsgirêk nebin û rê nedin plana hêzên derve ser bikeve, şerê birakujiyê çêbibe. Divê xelkê Şingalê bixwe biryara xwe bide. Lê hemû kurd jî dibêjin Şingal ê Kurdistanê ye. Herwiha pêşeng û berpirsên jî divê nêrîna xwe bêjin. Pêwîste partiyên Başûrê Kurdistanê di vê mijarê de yekdeng bin û PKK jî vê nêrînê nas bike.”

 

Osman eşkere kir, ku hinek aliyên Bexdayê ji bo kûrkirina pirsgirêkan piştgiriyê didin Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya ser bi PKKê û got;

 

“Min axaftina berpirsekî YBŞê di televîzyona Afaq a Malîkî de guhdar kir. Digot PDK dixwaze Şingalê bixe ser Herêma Kurdistanê û em jî dixwazin Şingal liser Iraqê bimîne. Ev pirsgirêkekê hemû kurdan e. Ez ji 68ê ve di nav danûstandinên ligel Bexdayê de beşdar dibim. Me herdem gotiye Şingal, Kerkûk, Mexmûr yên Kurdistanê ne.”

 

Mehmûd Osman rexne li helwesta partiyên din kir û diyar kir ku ew li hember vê pirsgirêkê bê xem nêzîk dibin û wiha axivî:

 

“Me berî jî gotiye divê ev mijar bi beşdarbûna hemû partiyan bê çareserkirin. Tenê aliyek bibe mûxatab pirsgirêk çareser nabe. Lê her yek ji aliyê xwe ve daxuyaniyekê belav dike. Bi pratîkî ti partiyek ji bo çareseriya pirsgirêkan kar nake. Pêwîst e di mijara Şingalê de hemû partî yekdeng bin. Divê hemû alî di mijara Şingalê de beşdarê guftûgoya ligel PKKê bibin.”

 

Siyasetmedarê kurd destnîşan kir, ku vegera Rojava mafê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ye û diyar kir; “Ew ne biyanî ne, mafên pêşmergeyên Rojavaye vegerin cihê xwe. Ti kes divê rêya wan negre.”

 

Mehmûd Osman herwiha diyar kir, ku piştî pevçûna dawiyê ya li Xanesorê wî ligel berpirsên PKKê axiviye û wan jî gotiye pirsgirêka wan ligel PDKê ye, partiyên din ên Başûrê Kurdistanê dixwazin ew li Şingalê bimînin.