Mûsil (Rûdaw) - Hêzên ewlehiya Iraqê li başûrê rojavayê Mûsilê çûne nava taxa Mensûr û şerekî dijwar li wê texê berdewam e, ew hewla kontrolkirina wê didin.
Li gorî zanyariyên fermandeyên Dijî Terora Iraqê dane, dibe ku îro ew tax were kontrolkirin.
DAIŞ li çend deveran bi giranî tê bombebaran kirin, lê berevaniyeke xurt dike, taxa Mensûr yek ji kevintirîn taxên Mûsilê ye û bi kontrolkirina wê re, êrîş bo ser navçeyên nîvê aliyê rastê yê Mûsilê hêsantir dibe.
Bi kontrolkirina taxa Mensûr re, hejmara taxên kontrolkirî li aliyê rastê yê Mûsilê dibe 11 tax.
Artêşa Iraqê piştî kontrolkirina taxa Mensûr, hewlên kontrolkirina taxên Babulseray û Babulkeş dide, di operasyona Mûsilê de zêdetirî 80 hezar çekdar ji hêzên Iraqî beşdar in.
Berdevkê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê John Dorrian di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê ragihand ku li gorî pêşbîniyên wan dê di demek kêm de bajarê Mûsilê bi tevahî were rizgarkirin.
Hêjayê gotinê ye demjimêr 01:00ê şeva Sêşemê 07-03-2017 hêzên iraqî dest bi êrîşekê ji nişkê ve kiribûn û avahiyên parêzgariya Mûsilê, civata parêzgariyê, konsolxaneya Tirkiyê û piraniya avahiyên hikûmetê yên li taxa Babil Top kontrol kiribûn.
Fermandarê Artêşa Iraqê Necim Cibûrî jî dabû zanîn, ku li gorî zanyariyên wan 900 çekdarên DAIŞê li Mûsilê mane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse