Li Amedê dest bi ser tabloyeke Picasso de hate girtin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê, tabloya bi navê ‘Tazî û Kujer’(The naked & killer) ku tê angaştin a Wênesaz û Peykertraşê navdar ê Ispanyolî Pablo Picasso ye hate bidestxistin. Li ser tabloyê mohra Muzeya Neteweyî ya Iraqê li ser heye.
Walîtiya Amedê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên ewlehiyê li navçeya Yenîşehîr a Amedê dest bi ser vê tabloya Picasso de girtine.
Walîtiya Amedê ragihandiye, di operasyoneke hevebeş a tîmên Birêveberiya Beşa Tawanên Organîze û Qaçaxçîtî ya Fermandariya Leşkerî ya Amedê û Fermandariya Leşkerî ya Navçeya Kayapinarê de, di malekê de tabloya bi navê ‘Tazî û Kujer’(The naked & killer) a Wênekêş û Peykertraşê navdar ê Ispanyolî Pablo Picasso ye, hate dîtin û dest bi ser wê tabloya giranbuha de hate girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku têkildarî vê dosyeyayê 5 kes jî hatine desteserkirin, ku amadekarî kiribûn vê tabloyê bifiroşin.
Li gor daxuyaniyê, li pişt vê tabloya ku di malê de hatiye bidestxistin, bi Îngilîzî nivîsek bi naveroka; “Tazî û Kujer: Ev şaheser, tabloya Picasso ye û ji alî me ve hatiye pêşandan.” heye û li ser tabloyê jî îmzeya ku tê angaştin a nîgarkêş û peykertraşê navdar ê Spanyolî Pablo Picasso ye heye.
Herwiha li ser vê tabloya ku di qebareya 78x51 cm de ye, mohra Muzeya Neteweyî ya Irakê heye.