URMIYE - Tirsa ji Koronavirusê jiyan rawestandiye
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber metirsiya belavbûna vîrusa Koronayê, piraniya xelkê ji malên xwe dernakevin û deriyên piraniya dikanan jî hatine girtin, lê belê hinek kes dibêjin, ji ber rewşa wan a aborî xirab e ew nikarin di malên xwe de bimînin û neçar biçin bazarê û kar bikin.
Li hinek bajarê Rojhilatê Kurdistanê jî xelkê bi xwe biryar dane ku dikan û bazarên xwe bigirin, lê hinek kes hene dibêjin ji ber rewşa wan a aborî xirab e ew nikarin di malên xwe de bimînin û neçar biçin bazarê û kar bikin.
Dikandar û destfiroşên nava bazareke bajarê Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, wan kelûpelên cejna Newerozê kirîne û eger karê wan ê rojane raweste, dê dabînkirina debara jiyana wan gelek zehmet bibe.
Welatiyek dibêje, hemû hêviya wan ev meha dawî ya salê û cejna Newrozê bû, lê belê bi nûçeya belavbûna vîrusa Koronayê, ew hêviya wan jî şikest.
Welatiyekî din jî ku li nav bazara Urmiyê diana wî heye, dibêje: Eger em deriyên dikana xwe venekin, em dê debara xwe çawan peyda bikin, em neçarin dikanên xwe vekin.
Beriya belavbûna vîrosa Koronayê, bazara navendî ya bajarê Urmiyê gelek bi qerebalixtir bû, xelkekê zêde ji bo dabînkirina pêdawîstiyên xwe serdana wî bazarî dikirin, lê niha xelkekê kêm serdan dikin, ev jî beriya cejna Newrozê û serê Salê ye, Ev ji bo dikandarên qomaş firoşan ne başe.
Belavbûna Koronayê bandor li ser bilindbûna zêdtir a buhayê kelûpel û pêdawîstiyên rojan yên Xelk kiriye. û her wiha dahata xelkî jî kêm bûye. ji bilî fermanberên hikûmetê, ew kesên ku ji ber belavbûna vîrosa Koronayê karên xwe ragitine, mûçeyan werinagirin, hikûmetê jî qerebûya wan kesam nekiriye.
Hikûmet û Wezareta Tendirustiya Îranê ji bo rêgirtin li belavbûna vîrosa Koronayê daxwaz ji xelkê dikin ku di malên xwe de bimînin, nederkevin derve û bi xwarina guncayî berevaniya leşê xwe bi hêz bikin.
Beşeke xelkê di torên civakî de, bi henkan behsa wan rênmayan dikin. û dibêjin. praniya xelkê Îranê eger çend rojan kar nekin, ew herî kêm nikarinm debara jiyana xwe bikin.
Ew rênimayî li ser zimanê hikûmetekê baş in, ku herî kêm niştecihên wê di asteke xweş a jiyanê de bin.