PAK û PSKê li kolanên Amedê Roja Cîhanî ya Jinan pîroz kir
Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyonên Jinan ên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li Amedê 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kirin.
Endamên jin ên PAK û PSKê îro Yekşemê 8ê Adarê, ewil li Şaxa Amedê ya PAKê civîyan û li vê derê daxuyanîyek di derbarê 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê xwendin.
Paşê jî endamên jin ên PAK û PSKê derketin kolanên Amedê û li kolanan qerenfîl li jinan belav kirin.
Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek, Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur û gelek rêvebir û endamên herdu partiyan jî beşdarî çalakiya dîyarîkirina qerenfîlan bûn.