Serok Barzanî: Rola jinê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de heye
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî îro bi boneya Roja Jinan a Cîhanî peyamek belav kir û rol û qurbanîdana jinên Kurdistanê di şoreş, têkoşîn û azadiya Kurdistanê de bilind nirxand.
Serok Mesûd Barzanî îro bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke pîrozbahiyê belav kir û bal kişand li ser rola jinê.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Ez 8ê Adarê li hemû jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim û hêviya bextewerî û serfiraziyê ji wan re dixwazim.
Pêzanîna min ji bo rol û qurbanîdana jinên Kurdistanê di şoreş, têkoşîn û azadîxwaziya gelê Kurdistanê de heye.”
Serok Mesûd #Barzanî:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 8, 2023
“Heştê Adarê li hemû jinên #Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim û hêviya bextewerî û serfîraziyê ji bo wan dixwazim.
Pêzanînên min ji bo rol û qurbanîdana jinên Kurdistanê ya di şoreş, xebat û azadîxwaziya gelê Kurdistanê de heye.” pic.twitter.com/x08GOPMoQ4