Siyamend Efrîn: Duşemê 400 malbat vedigerin Efrînê
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Fermandarê Ewlehiya Navxwe ya parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) ragihand ku dê roja duşemê 400 malbatên koçber vegerin Efrînê.
Siyamend Efrîn li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê daxuyaniyek da.
Wî da zanîn ku wan ji bo vegera koçberan dest bi karên pratîk kiriye.
“Em destpêkirina vegerê radigihînin”
Siyamend Efrîn di daxuyaniya xwe de got:
"Piştî serdana me ya meydanî ya li bajarê Efrînê û hevdîtinên me yên bi şandeya serokatiyê re, em destpêkirina rasteqîn a rêkarên vegera koçberan a li malên wan radigihînin."
Mehmûd Xelîl Elî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser daxwazên xelkê herêmê û wiha pê de çû:
"Hevdîtina me ya rasterast a bi xelkê Efrînê re û guhdarîkirina daxwazên wan, motîvasyona sereke bû ji bo lezkirina van gavan û derbaskirina astengan."
“Dê li çerxerêya Panoramayê kom bibin”
Wî di heman çarçoveyê de eşkere kir ku dê karwanê yekem ê koçberan roja duşemê bi rê bikeve û got:
"Em diyar dikin ku dê roja duşemê (9ê Adara 2026an) dema birêketina karwanê yekem be ku ji 400 malbatan pêk tê."
Siyamend Efrîn da zanîn ku dê cihê kombûnê "li çerxerêya Panoramayê ya li bajarê Hisîçayê saet 10:00an be."
“Divê serdema koçberiyê bi dawî bibe”
Wî destnîşan kir ku vegera koçberan ji bo ewlehî û aramiya Sûriyeyê bingeheke sereke ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Em bi vê yekê tekez dikin ku divê serdema koçberiyê bi vegera xelkê resen a li malên xwe ya bi awayekî bi rûmet û ewle bi dawî bibe.
Heta ku koçberê dawî jî vegere mala xwe dê hewldanên me bidomin."
عقب زيارتنا الميدانية لمدينة عفرين ولقاءاتنا مع الوفد الرئاسي، نعلن عن البدء الفعلي لإجراءات عودة أهالينا المهجرين إلى ديارهم. إن لقاءنا المباشر مع الأهالي في عفرين والاستماع لتطلعاتهم، كان الدافع الأساسي لتسريع هذه الخطوات وتذليل العقبات.
— Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) (@MehmudXelilEli) March 7, 2026
نؤكد أن يوم الإثنين 9 آذار 2026، سيكون…