Fransayê bangî welatiyên xwe kir: Ji Îraq û Herêma Kurdistanê derkevin
Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Fransayê ya Bexdayê û Konsulxaneya Fransayê ya Hewlêrê bi daxuyaniyeke hevpar hişyarî da welatiyên xwe.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ji ber rewşa ewlehiyê û bipêşketinên leşkerî yên li herêmê welatiyên wan bi ti awayî neçin Îraqê.
Balyozxaneya Fransayê ya li Bexdayê û Konsulxaneya Giştî ya Fransayê ya li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku asmanê Îraqê ji 28ê Sibatê ve girtî ye û dê heta demeke nediyar girtî bimîne.
Her wiha hat gotin, "Fransa bi fermî bangî wan welatiyên xwe dike ku wekî geştyar an jî bi awayekî berdewam li Îraqê ne, di demeke herî kurt de welêt biterikînin."
Balyozxaneya Fransayê û Konsulxaneya Fransayê amaje bi wê yekê kir ku xetên wan ên telefonê ji bo her cure rênimayî û alîkariya welatiyên wan vekirî ne.
Wan ji welatiyên xwe xwest ku bi rêya çavkaniyên fermî û torên civakî yên balyozxaneyê bi berdewamî hay ji guherînan hebin.
Gelek welatan welatiyên xwe vekişandin
Ev hişyariya Fransayê ya ji bo welatiyên wê di demekê de ye ku 28ê Sibatê şerê Amerîka û Îsraîlî yê bi Îranê re dest pê kir.
Şer bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kiribû û paşê Îranê jî bi mûşek û dronan bersiva êrişê da.
Ji ber wê rewşê, ji bilî Fransayê gelek welatên din jî welatiyên xwe yên li herêmê vegerandin welatên xwe.
Wan welatan ji bo geşta li wê herêmê hişyarî da welatiyên xwe.
Amerîka, Almanya, Rûsya, Brîtanya, Kanada û Belçîka di nav wan welatan de ne.
Li gorî daxuyaniya îro ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, wan ji destpêka şer ve herî kêm 32 hezar welatiyên xwe vegerandine welatê xwe.