Nêçîrvan Barzanî: Divê Kurdistan di warê mafên jinan de bibe mînak

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, "Bêyî misogerkirina temamê maf û azadiyên jinan avakirina civakeke aram, seqamgîr û bipêşketî pêk nayê."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û pîrozbahî li jinên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

"Jinan rola şoreşgerî û aştîxwaziyê lîstiye"

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rola dîrokî ya jinên Kurd û got:

"Jinan li Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de rola şoreşgerî û aştîxwazî lîstiye û wêrekî û xweragiriya bêhempa selimandiye.

Niha jî ku Herêma Kurdistanê di qonaxa avakirin û bihêzkirina saziyan de ye, amadebûna çalak a jinan di hemû qadên siyaset, Pêşmergetî, aborî, birêvebirin û perwerdeyê de cihê şanaziya me ya mezin e."

"Em pêbendî nehiştina tundiyê ne"

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku pêşketina civakê girêdayî mafên jinan e û wiha pê de çû:

"Em di vê bîranîna bişko de tekez dikin ku avakirina civakeke aram, seqamgîr û bipêşketî bêyî misogerkirina temamê maf û azadiyên jinan û bihêzkirina pêgeha wan di hemû qadên biryardanê de pêk nayê.

Wekî her tim em pêbendî çespandina çanda wekhevî û dadmendiyê û nehiştina hemû cureyên cudakarî û tundiya li hemberî jinan in, çi di nav malbatê de be û çi jî di cihên giştî de be."

"Berpirsyariyeke hevbeş e"

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku parastina rûmet û mafên jinan erka hemû saziyan e û got:

"Parastina mafên jinan berpirsyariyeke hevbeş a hikûmet, malbat, civaka sivîl, medya û hemû saziyên civakî, perwerdeyî û olî ye.

Kar û stratejiyên nû pêwîst in da ku em war û derfetên wekhev ji jinan re biafirînin da ku rola wan a çalaktir di dariştina paşeroja welat de hebe.

Divê Kurdistan her tim di warê wekhevî û rêzgirtina li mafên mirovan û parastina jinan a ji tundrewî û tundiyê de bibe mînakeke geş."

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de ew jinên ku bûne qurbaniyên tundiyê bi bîr anîn û got:

"Em di vê rojê de bi rêzdarî hemû wan jinên têkoşer bi bîr tînin ku di ber azadî, dadmendî û mafên xwe yên rewa de qurbanên mezin dane.

Silav ji bo giyanê pak ê hemû wan jinên ku bûne qurbaniyên tundiyê, bila bibîranîna wan her tim bi xêr be."