Parêzgarê Nînovayê: Artêşa Îraqê li şûna komên çekdar ên ku êrişî Herêma Kurdistanê kir hat bicihkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Nînovayê Ebdulqadir Dexîl ragihand ji bo rêlibergirtina êrişên mûşekî û dronî yên li Herêma Kurdistanê, artêşa Îraqê li wan deveran hat bicihkirin ku komên çekdar lê bûn.

Ebdulqadir Dexîl her wiha diyar dike ku Serokwezîrê Îraqê çend berpirsên îstixbaratî û ewlehiyê ji ber kemsasiya di rêlibergirtina wan êrişan de ji kar dûr xistine.

Parêzgarê Nînovayê Ebdulqadir Dexîl beşdarî bultena saet 13:00an a Rûdawê bû li ser mijarê axivî.

Ebdulqadir Dexîl got, "Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Îraqê bi hemû awayî hewl didin bi aqilmendî û mantiq şer ji welêt dûr bixin.

Mixabin, çendîn êriş û bombebaran li Herêma Kurdistanê, Nînova û parêzgehên din hatin kirin.

Em dixwazin dîtineke rasteqîn hebe ji bo parastina Îraqê ji şer."

"Nînova êdî tehemmûla şer nake"

Ebdulqadir Dexîl amaje bi birînên kûr ên parêzgeha xwe kir û got:

"Em êdî tehemmûla şer û pirsgirêkên nû nakin. Heta niha li Nînovayê gelek gorên me yên bikom hene ku me venekirine.

Hêj koçberên me yên Şingalê hene û birînên me kûr in.

Pêwîst e wekî beşek ji herêmê, em zêdetir bi sebir û aram bin da ku Îraq û Herêma Kurdistanê ji şer dûr bin."

Parêzgarê Nînovayê derbarê pêwendiyên bi Amerîkayê re got ku hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî pêbendî wan rêkeftinan e ku bi Washingtonê re îmze kirine û ew li Nînovayê jî heman siyasetê dimeşînin, çimkî "Amerîka di rabirdûyê de piştgirekî mezin ê Nînovayê bûye."

Bicihkirina artêşê û rêlibergirtina êrişan

Li ser êrişên li dijî Herêma Kurdistanê, Ebdulqadir Dexîl got:

"Piştî pêwendîkirina bi Serokwezîrê Îraqê re, niha artêşa Îraqê li wan cihan hatiye bicihkirin ku berê hinek hêzên Heşdî Şebî û komên çekdar lê bûn û hevsinor bûn bi Hêzên Pêşmergeyan re.

Niha fîrqeyên 16 û 76an ên artêşê li wan deveran in."

Li gorî gotina Parêzgarê Nînovayê, "Di 2 rojên borî de ti pirsgirêkeke ewlehiyê di navbera Pêşmerge û hêzên ewlehiyê de çênebûye.

Ev jî piştî wê yekê tê ku artêş li wan cihan hat bicihkirin ku mûşek û dron ji wan deran arasteyî Herêma Kurdistanê dikirin.

Niha hevahengiyeke bilind di navbera Bexda, Hewlêr û Nînovayê de heye, çimkî berjewendî û çarenivîsa me yek e."

Cezadayîna kesên xemsar

Ebdulqadir Dexîl ragihand, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi tundî ketiye dewrê da ku rê li ber hedefgirtina Herêma Kurdistanê ya ji sînorê Nînovayê ve bigire û got:

"Piraniya wan berpirsên ku di dezgehên îstixbarat û ewlehiyê de xemsar bûn, ji aliyê Serokwezîr ve ji postên wan hatin dûrxistin û sewqî dadgeha taybet hatin kirin."

Parêzgarê Nînovayê her wiha got, Serokwezîr bi xwe rasterast rewşê dişopîne û berdewam di pêwendiyê de ye bi fermandarên ewlehiyê re, çimkî dixwaze ew dever aram bin û rê nade ti komên çekdar Nînovayê ji bo êrişkirina ser Herêma Kurdistanê bi kar bîne.

Bi dirêjahiya roja 7ê Adara 2025an gelek dron avêtin Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, piraniya wan ji aliyê pergala parastina asmanî ve hatin têkbirin.

Yek ji êrişan bû sedema mirina karmendekî asayîşa Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û birîndarbûna sê karmendên din.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Pergala parastinê kar kiriye lê perçeyên yek ji wan dronên têkbirî li nêzîkî cihê nobedariya karmendên asayîşê ketiye xwarê, ji ber wê yekê karmendekî asayîşa balafirxaneyê yê bi navê “Welat” şehîd bû."

Paşmayên yek ji dronên têkbirî li depoyeke gundê Gezneyê ket xwarê û şewat derket.

Ji 28ê Sibatê ve ku şerê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de dest pê kiriye, ev cûre êriş ji aliyê wan koman ve li ser Herêma Kurdistanê tên kirin ku nêzîkî Îranê ne.

Êrişên roja 7ê Adarê û berê sibehê roja din, sînorê parêzgeha Silêmaniyê jî li xwe girt.

Du dron avêtin baregeha Hêza Devera Du ya Pêşmergeyan û hatin têkbirin, du dronên din jî li nêzîkî baregeha Neteweyên Yekbûyî û ofîsa vîzeyê Konsulxaneya Tirkiyeyê ya li navenda bajêr ketin xwarê.

Her wiha gundê Zirguwêzê hat armanckirin.

Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê ragihand, kampeke wan bi mûşekan hatiye hedefgirtin û di encamê de Pêşmergeyekî wan canê xwe ji dest daye û yekî din jî birîndar bûye.