Talabanî daxwaza rojnameya Kurdistanî Nwê dike

Hêvîdar Ehmed


Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û serokomarê Iraqê Celal Talabanî daxwaza rojnameya Kurdistanê Nwê dike û wê hêjmarên jê bê par bûyî bixwîne.

Endamê polîtboroya YNKê Ferîd Eseserd ji Rûdawê re ragihand: “Mam Celal niha ji bo çareseriyê li Almanya li nexweşxaneyê ye û ji bo xwendinê daxwaza rojnameya Kurdistanî Nwê (Rojnameya fermî ya YNK) kiriye.”

Endamê serkirdayetiya YNKê di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Ev demek bû rojnameya Kurdistanî Nwê ji bo Mam Celal neçûbû, lewra daxwaz kir ku tevayî hêjmarên jê bê par bûyî jêre bişînin.”

Ferîd Eseserd wiha got: “Mam Celal daxwaz kiriye ku rojane rojnameya Kurdistanî Nwê li ser înternetê jêre bê danîn.” Celal Talabanî bi wê yekê navdar bû, tevî mijûliya jiyanê bi berdewamî rojname û govar dixwend.

Sernivîskarê rojnameya Kurdistanî Nwê Stran Ebdullah ji Rûdawê re diyar kir ku ew ne amadeye di vê derbarê de baxive.

Celal Talabanî 17.12.2012an li bajarê Bexdayê rastî krîza mejî hat û niha li nexweşxaneyeke bajarê Almanya Berlînê di bin çavdêriya pijîjkan de ye.

Parêzgarê Kerkûkê û endamê polîtboruya YNKê ku ji bo derbarê tendirûstiya Talabanî de daxuyaniyan bide hatiye erkdarkirin, di daxuyaniyên xwe yên dawiyê de diyar kiribû rewşa tendirûstiya Talabanî baş bûye.