13 Photos
Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji ber helîna berfê û rabûna avê gelek mal û axur di bin avê de man.
Parêzgariya Qersê jî derbarê egera çêbûna bûyer û karesetên xwezayî yên di encama helîna berfê de hişyarî da welatiyan.
Li Qersê ku îsal wek beşeke zêde ya navçeyên Bakurê Kurdistanê berfeke zêde lê bariya, ji ber guherîna demsalê û bilindbûna pileyên germê werîna berfê destpê kiriye û ji ber vê yekê lehî rabû.
Lehî li çendîn navçeyên niştecihbûnê yên Qersê rabûye. Li gor Parêzgarê Qersê, dibe ev rew çend rojan berdewam e, lewra hişyariyê dide.
Wêne: Şewket Herkî/Rûdaw