Amed: Di mehekê de 576 bûyerên trafîkê çêbûne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Trafîkê ragihand ku li Amedê di mehekê de 576 bûyerên trafîkê rû dane.

Serokatiya Trafîkê ya Rêveberiya Ewlehiya Giştî li ser bûyerên trafîkê yên meha Adarê yên li Amedê amar belav kirin.

Li gorî amaran di meha Adarê de 576 bûyerên trafîk çêbûne ku ji wan 293 bûne sedema zerera madî.

Herwiha di wan bûyeran de 3 kesan canê xwe ji dest daye û 455 kes jî birîndar bûne.

Hişyarî hat dayîn dibe ku ji ber bêhnvedana Cejna Remezanê bûyer zêdetir bibin.

Serokatiya Trafîkê destnîşan kir ku divê welatî li gorî rênimayan tevbigerin.