Serok Barzanî: Aştî her tim ji şer çêtir e
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser agirbesta Amerîka û Îranê got, "Em hêvîdar in ev agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de aştî û ewlehî bîne herêma me."
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku ew bi mercê vekirina Tengava Hurmizê, agirbesteke dualî ya 2 hefteyî ya li gel Îranê qebûl dike.
Serok Mesûd Barzanî li ser agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de peyamek belav kir.
Serok Barzanî got, "Em hêvîdar in ev agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de aştiyeke berdewam, ewlehî û bextewariyê bîne herêma me."
Serok Barzanî her wiha got, "Bila (agirbest) bibe destpêkek ji bo bi yekcarî bidawîbûna wan pirsgirêkên ku li herêma me hene. Bê guman, aştî her tim ji şer çêtir e."
Vê sibehê Amerîka û Îranê agirbesteke 2 hefteyî ragihand.
Her du alî dê di wan 2 hefteyan de, ji bo peymaneke dawî ya li ser bidawîanîna şer bixebitin.