Mesrûr Barzanî: Ez hêvîdar im agirbesta Amerîka û Îranê bidome

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew hêvîdar in agirbesta navbera Amerîka û Îranê bidome.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser agirbesta di navbera Îran û Amerîkayê de peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî xwest ku ev agirbest li herêmê bibe sedema aramî û aştiyeke mayînde.

Mesrûr Barzanî her wiha spasiya wan hemû aliyan kir ku ji bo parastina herêmê alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye.

Serokwezîr tekez kir ku êrişên li ser Kurdistanê "nerewa û bêhincet" bûn.

Mesrûr Barzanî hêvî kir ku dawî li hemû wan êrişan bê ku sivîl, Pêşmerge, jêrxan û nûnertiyên dîplomatîk dikin armanc.

"Em amade ne piştgiriyê bidin aştiyê"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de ragihand ku Herêma Kurdistanê amade ye piştgiriyê bide hemû hewldanan.

Mesrûr Barzanî anî zimên ku ew dixwazin alozî kêm bibin û herêm bigihîje aştiyeke mayînde.

Berê vê sibehê Amerîka û Îranê bi navbeynkariya Pakistanê li hev kir ku 2 hefteyan agirbestê ragihînin û Tengava Hurmizê vekin.