Partiyên Rojhilatî piştevaniya hêrsa Mehabadiyan dikin

08-05-2015
RÛDAW
Mehabad - Alozî
Mehabad - Alozî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiyên Rojhilatê Kurdistanê mirina bi guman a keça kurd Ferînaz Xusrewanî şermezar kirin û ragihandin, kurd çiqasî li hember wê bûyerê bêdeng bimînin dê hiqasî bên serkutkirin.

 

Ev du roj in li bajarê Mehabadê û hinek deverên din ên Rojhilatê Kurdistanê li dijî mirina bi guman a keça kurd Ferînaz Xusrewanî xwepêşandan û çalakî tên lidarxistin.

 

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ên mîna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Partiya Demokra a Kurdistanê, Partiya Komele piştevaniya xwe ji bo nerazîbûna Mehabadiyan li dijî mirina bi guman a Ferînazê anîn ziman.

 

Li gorî wan partiyan, eger gelê kurd li hember bûyerên wisa bêdeng bimîne dê zêdetir were serkutkirin.

 

Rayedarên wan partiyan bang li kurdên bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê kirin pişta Mehabadê bigirin…

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst