Hewlêr (Rûdaw) – Rojnamevanê Kurd Kakşar Oremar ku agahdarî rewşa Rojavayê Kurdistanê ye û di van demên dawiyê de serdana wî parçeyê Kurdistanê kiriye, li ser şerê Qamişlo ragihand, hêzên Hikûmeta Sûriyê şer dan destpêkirin, lê hêzên Asayişa Qamişlo bersivek tund dan û di cih de 8 leşkerên Sûriyê kuştin.
Rojnamevanê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, Kakşar Oremar beşdarî bultena nûçeyên bultena Nûrojê ya televizyona Rûdawê bû û li ser şerê vê dawiyê ê li bajarê Qamişlo axivî.
Kakşar Oremar ku di dema şer de bi xwe li bajarê Qamişlo bûye, ragihand ku ew şer li ber çavê wî çêbûye, dema ku hêzên ewlekariyê yên hikûmeta Sûriyê dixwestin astengiyan ji polîsên trafîkê yên ser bi Rêvebriya Xweser re çêkin.
Oremar got, hêzên Asayişa Qamişlo qebûl nekirin û yekser 8 endamên hêza ewlekariya Sûriyê kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse