Li Duhokê buhayê gaza malan bilind bûye
Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber girtina rêya hatin û çûnê ya di navbera Silêmaniye û Hewlêrê de, nirxê gaza malan li parêzgeha Duhokê giran bûye.
Rêveberê Kompaniya Dabeşkirina Gazê li Duhokê, Mihemed Salih ji Rûdawê re ragihand, ew çar roj in gaza malan a hikûmetê neçûye Duhokê û tenê gaza bazirganî di nava bazarê de heye.
Mihemed Salih diyar kir, ji ber nemana gaza hikûmî, nirxê gazê li Duhokê girantir bûye û got, di demekê de ku nirxê her tupeke gazê li bazarê berê bi 8-9 hezar dînaran bû, niha li hind cihan nêzîkî 11-12 hezr dînarî ye.
Bi gotina Mihemed Salih, Rêveberiya Neft û Kanzayan li Duhokê rê daye wan ku gazê bi buhayê bazirganiyê bifiroşin daku kirîz dernekeve.
Rêveberê Kompaniya Dabeşkirina Gazê li Duhokê herwiha destnîşan kir, eger heta meheke din jî gaz negihîje Duhokê pirsgirêk dernakeve ji ber ku gaza bazirganî ya depokirî li Duhokê heye.
Wehbî Mihemed welatiyekî Duhokê derbarê giranbûna gazê de ji Rûdawê re ragihand: “Nirxê her tupeke gaza malan du hezar dînaran bilindtir bûye, berê bi 9 hezar dînarî bû, niha bûye 11 hezar dînar.”
Welatiyekî din ê bi navê Bêzar Nayif jî dibêje: Li vir tupeke gazê bi 12 hezar dînarî ye, eger kesek bi taksiyê bê, wê demê 5-6 hezar dînarên din lê zêde dibe û li ser wî bi 18 hezar dînarî temam dibe. Gaza hikûmî bidestnakeve.
Gaza hikûmetê bi barhilgiran ji parêzgeha Silêmaniyê bo Duhokê tê veguhestin, lê ew 12 roj in rêyên Hewlêr-Silêmaniyê li ser barhilgiran hatine girtin û ew yek bûye sedem ku şandina gazê bo Duhokê bê rawestandin. Berî niha her roj 160 ton gaz ji Silêmaniyê ve bo Duhokê dihate şandin.
Cîgirê Parêzgarê Duhokê Macid Seyîd Salih ji Rûdawê re got, ji ber girtina rê û kêmbûna hatina gazê, buhayê gazê li Duhokê bilind bûye, lê tekez kir, ev pirsgirêk demkî ye û dê di demek nêz de were çareserkirin.
Macid Seyîd Salih got: “Em hewl didin rêyeke din a alternatîv peyda bikin, me pêwendî bi parêzgeha Hewlêrê re kiriye daku bi rêya Kerkûkê yan jî rêyeke din gazê bigihînin Duhokê.”
Li Zaxoyê heta niha pirsgirêka gaza malan derneketiye.
Berpirsê Komîteya Sotemeniyê ya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, Osman Elî ji Rûdawê re got, ku para wan a gazê ji Duhokê tê û çi pirsgirêka wan nîne.