Reqa: Lêkirina Pira Biratiya Gelan gihîşt qonaxa dawî

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Reqayê Sûriyeyê pireke mezin ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat çêkirin.

Navê “Pira Biratiya Gelan” li parkê hatiye kirin.

Karûbarên pirê bi dawî bûne lê hîn hinek hûrgiliyên wekî danîna kelûpelên silametiyê û ronahiya çûnûhatinê ya li ser pirê mane.

Roja 30yê Gulanê ango roja hilbijartinên şaredariyan dê pir bi awayekî fermî were vekirin.

“Roja hilbijartinan dê pir jî were vekirin”

Rêveberê Projeya Nûjenkirina Pira Biratiya Gelan Wedah El-Mihbaş ji Rûdawê re got:

“Karên avakirinê yên projeya pirê bi dawî bûne, niha jî karên danîna ronahî û peyareyêkê tê kirin.”

Wedah El-Mihbaş li ser vekirina pirê jî got:

“Di demeke kin de pir dê were vekirin. Ew jî dê bi merasîmeke fermî be.

Roja hilbijartinên şaredariyên ên demokratîk dê pir jî were vekirin.”

Bi gotina rêveberên projeya pira nû ya Reqayê ya ser bi Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Rêveberiya Xweser karên nûjenkirina pirê gihiştine qonaxa dawî.

Parêzgeha Reqayê yek ji parêzgehên girîng ê Rêveberiya Xweser e.

Li Reqayê ji bilî Kurdan gelek eşîrên Ereban jî hene.