Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Papayê nû kir û got, "Ez li ser navê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî Papa Leo XIV dikim."
Kardînal Robert Prevost îro wekî papayê nû yê Vatîkanê û Xirîstiyanên Katolîk ên li çaraliyê cîhanê hat hilbijartin.
Papayê nû Robert Prevost 69 salî yê û ji Amerîkayê ye.
Piştî mirina Papa Francis, Robert Prevost bû Papa 267emîn ê Vatîkanê.
Navê Papayê nû Robert Prevost e û navê Leoyê 14em ji xwe re hilbijartiye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê pîrozbahî li Papayê nû Robert Prevost kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:
"Bi hilbijartina wî ya wekî rêberê nû yê Dêra Katolîk ez li ser navê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî Papa Leo XIV ê Pîroz dikim.
Ez ji peyama wî Pîrozî ya aştî, dilovanî û dadmendiyê cesaret werdigirim.
Her wiha ez rêzê li mîrateya kûr a Papa Francisê rehmetî digirim.
Herêma Kurdistanê bi cidî pabendî jiyana bi hev re û hevahengiya di navbera olan de dimîne."
On behalf of the Kurdistan Region, I extend my warmest congratulations to His Holiness Pope Leo XIV on his election as the new leader of the Catholic Church. I am encouraged by His Holiness’s message of peace, compassion, and justice.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) May 8, 2025
I also pay tribute to the profound legacy of…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse