Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê ragihand ku aloziyên li Koşka Dadweriyê ya Hisîçayê bi dawî bûne.
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed diyar kir ku ji niha û pê ve li wan deverên ku piraniya wan Kurd in, dê zimanê Kurdî li ser tabelayan were zêdekirin.
Nûredîn Ehmed her wiha eşkere kir ku îro nêzîkî 250 dîlan tên berdan.
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û anî ziman:
"Ew aloziyên li Koşka Dadweriyê hatin kontrolkirin û me ew qonax derbas kir."
Ehmed da zanîn ku dê Koşka Dadweriyê ya Hisîçayê di demeke nêzîk de bi fermî dest bi kar bike.
Zimanê Kurdî yê li ser tabelayan
Yek ji biryarên nû yên Parêzgariya Hisîçayê ku Nûredîn Ehmed ji Rûdawê re eşkere kir, bi zimanê Kurdî ve girêdayî ye.
Nûredîn Ehmed da zanîn:
"Li wan deverên ku piraniya xelkê Kurd in, dê nivîsa Kurdî li ser tabelayan were zêdekirin.
Navê sazî û cihan dê bi zimanê Kurdî jî werin nivîsandin."
Roja pêncşemê, ji ber rakirina tabelaya Koşka Dadweriyê ya Hisîçayê ku zimanê Kurdî li ser bû, alozî derketibû.
Tabeleya bi Kurdî û Erebî ya li ser Koşka Dadweriyê ya Hisîçayê hatibû rakirin û tabeleya bi Erebî û Îngilîzî hatibû danîn.
Xelkê Hisîçayê bi ser saziyê de girtibû û tabelaya nû ya ku tenê bi Erebî û Îngilîzî li ser hatibû nivîsandin anîbû xwarê.
Rewşa karmend û dadgeran
Parêzgar li ser destpêkirina karên li Koşka Dadweriyê ya Hisîçayê eşkere kir ku dê hemû karmendên îdarî li cihê xwe berdewam bixebitin lê ji bo dadgeran dê rêkareke din hebe.
Nûredîn Ehmed li ser wan rêkaran got:
"Dadger dê herin Şamê û li wir ji aliyê komîteyeke pispor ve werin nirxandin ku yên herî jêhatî werin hilbijartin.
Beşek ji wan dê bi awayekî bilez dest bi kar bikin û beşa din jî dê biçin Enstîtuya Bilind a Dadgeriyê ku perwerdeyên zêdetir bibînin."
Berdana dîlan û amadehiyên hilbijartinê
Parêzgarê Hisîçayê ragihand ku dê îro biryara berdana nêzîkî 250 dîlan were bicihanîn.
Wî her wiha destnîşan kir ku niha li parêzgeha Hisîçayê dest bi amadehiyên hilbijartinên parlamentoyê û pêkanîna komîteyên herêmî hatiye kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse