Mihemed Xelîl Hiseynî: Pêwsît e Nêçîrvan Barzanî ligel welatên Erebî baweriyê çêbike
Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyên û pisporî siyasî yê Îranê Hermîdas Bawend ragihand ku Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo aramkirin û pêşxistina demokrasiyê hewlên ciddî bide û eger bigihe vê armancê wê demê dibe mînakeke nû bo welatên deverê. Herwiha lêkoler û şirovekarê Urdinî Mihemed Xelîl Hiseynî jî ragihand ku divê Nêçîrvan Barzanî ligel welatên Erebî baweriyê çêke.
Di panela duyem a "Nêçîrvan Barzanî, Çar Salên Siberoja Peywendiyên Herêma Kurdistanê" de, şareza û pisporan nerîn û fikrên xwe anîn ziman. Yekî ji beşdarvanên panelê tekez Ii ser wê yekê kir ku dibe Herêma Kurdistanê di serdema Nêçîrvan Barzanî de mînakeke nû li navçeyê pêşan bide.
Akademîsyên û pisporî siyasî yê Îranî Hermîdas Bawend got: “Hêvîdar im rêber Barzanî hest bi pêdiviyên niha û siberoja herêmê bike, bo aramkirin û pêşxistina demokrasiyê hewlên ciddî bide, ez piştrast im eger bigihe vê armancê wê demê dibe mînakeke nû bo welatên deverê, hinek welat ku akinciyên wan demokrasî dixwestin, welatên derdorê ji ber sedemên cuda nikarîne bigihin vê armancê, lê herêm dikare mînakeke nû be, ji ber pêdiviyên wê hene."
Hevdem lêkoler û şirovekarekî Urdinî di panelê de pesnê peyama Nêçîrvan Barzanî da bi wêya ku nûnertiya hemû Kurdistaniyan dike û herwiha ragihand ku divê Barzanî ligel welatên Erebî baweriyê çêbike.
Lêkoler û şirovekarê Urdinî Mihemed Xelîl Hiseynî jî wiha axivî: “Nabe, baweriya welatên Erebî bi siyaseta derve ya Herêma Kurdistanê hebe, heta hest bi wê yekê bikin bandora hinek aliyên derve yên ne Erebî li ser hêzên siyasî yên nav Herêma Kurdistanê heye. Vêca aliyê Tirkî yan Îranî be, loma take çareserî bo çêkirina baweriyê ku rêzdar Nêçîrvan Barzanî serokê hilbijartî di peyama xwe de amaje pê da ku nûnertiya hemû Kurdistaniyan dike ne aliyekî siyasî yê diyarkirî, eger di gihandina wê peyamê de serkeftî bû yekem car li navxwe û piştre li derve, wê demê bi baweriya min pêngava destpêkê ye bo çêkirina awayekî baweriyê ku dibe peywendiyên derve rast û dirûst li ser bên avakirin."
Yek ji panelîstan jî Endamê Ofîsa Ragihandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Karwan Akreyî bû û navbirî tekez li ser girîngiya parastina balansê peywendiyên Herêma Kurdistanê ji wan jî ligel Îran û Tirkiyê kir û ragihand ku Nêçîrvan Barzanî dikare vê hevsengiyê ragire.
Ji Odeya Lêkolînên Siyasî ya Tevgera Goran Aryan Reûf jî panêlîstekî din bû û di wê baweriyê de ye ku vegerandina baweriyê karê yekem ê Nêçîrvan Barzanî ye.
Navenda Lêkolînan a Rûdawê panêlek bi navê "Nêçîrvan Barzanî, Çar Salên Siberoja Peywendiyên Herêma Kurdistanê" saz kir ku du rûniştin li xwe girtin û 10 panêlîst beşdar bûn. Herwiha amadevan jî bi nerîn û têbîniyên xwe beşdar bûn.