ÊLIH - Pitikek ji balkonê ket û mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê pitikeke yek salî ji balkonê ket xwarê û mir.

Li gorî agahiyan pitika yeksalî yê bi navê Y.E.G. ji balkona maleke li qata sêyem a apartmaneke li taxa Kulturê ketiye û canê xwe ji dest daye.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê pitika yek salî birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Derbarê bûyerê ti agahiyên din nehatine belavkirin.