Li Şirnexê nêzîkî 50 donim erdê genim şewitî
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Dêrgulê yê parêzgeha Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê nêzîkî 50 donim erdê genim şewitî.
Li gundê Mendîkeran ê Dêrgulê ji ber sedemeke ku hîn jî nayê zanîn li erdê genim şewat derket.
Li ser agahdarkirinê ekîbên ser bi Rêveberiya Kargêriya Daristanan û yên îtfaiyeyê ve çûn cihê bûyerê.
Bi hewlên ekîban agir hat vemirandin lê nêzîkî 50 donim erdê ku genim lê hatibû çandin zerer dît.