Kesê ku ji bo girtina masiyan ket Çemê Erezê xeniqî
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Avnikê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, zilamê ku ji bo girtina masiyan kete Çemê Erezê bi avê re herikî û xeniqî.
Li gorî zanyariyan, Serkan Akbabayê 36 salî îro li nêzîkî gundê Kerinkarê yê navçeya Avnikê ji bo girtina masiyan ket Çemê Erezê.
Serkan Akbaba piştî demekê bi avê re herikî û winda bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê û bi dronan û 47 karmendan xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.
Doh bi şev xebatên lêgerînê hatin rawestandin û îro demjimêrên sibehê careke din dest bi xebatên lêgerînê hat kirin.
Di encama xebatên lêgerînê de termê Akbaba 2 kîlometreyan dûrî cihê bûyerê hat dîtin.
Tîmên tenduristiyê cenazeyê Serkan Akbaba ji bo karên otopsiyê bir Saziya Bijîşkiya Dadî ya Erziromê.