Wezîrê Perwerdeyê li ser lihevkirina Rêveberiya Xweser û Şamê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê yê Sûriyeyê Mihemed Tirko diyar kir ku lihevkirina Rêveberiya Xweser û Şamê di çarçoveya daxwaza Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de hatiye kirin.

Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê li hev kir ku ezmûnên (îmtihan) qonaxa navîn ên xwendekarên Rojavayê Kurdistanê 21ê Hezîranê werin kirin.

Desteyê ragihand ku ku wan û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyayê piştî çend civînan li ser hinek xalên hevpar li hev kiriye.

Li gorî biryarê, ezmûnên qonaxa navîn ên ku dê 14ê Hezîranê bihata kirin dê 21ê Hezîranê werin kirin û komîteyên hevbeş ên demkî dê çavdêriya birêvebirina ezmûnan bikin.

Her wiha ezmûn dê Qamişlo, Hisîça (Hesekê), Reqa, Dêrezor, Tebqa û Kobaniyê werin kirin.

Wezîr daxuyanî da

Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê yê Sûriyeyê Mihemed Tirko ragihand ku lihevkirina Rêveberiya Xweser û Şamê di çarçoveya daxwaza Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniya Mihemed Tirko, Wezaret dê sibe “bernameya nû ku hatiye sererastkirin” ragihîne.

Wî ev lihevkirin bi rengê “serkeftina niştimanî ya mezin” bi nav kir û got:

“Di vê çarçoveyê de em spasiya her kesî dikin ku beşdarî vê serkeftina niştimanî ya mezin bûne.

Em wekî Wezareta Perwerdeyê ji hemû xwendekaran re hêviya serkeftinê dikin.”