NewYork (Rûdaw) - Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) daxwaza şandina çek û alîkariyên leşkerî ji rêxistina Sosyalîst Ineternasyonal dike.
Di roja duyem a civîna encûmena rêxistina Sosyalîst Internasyonal de ku li baregehê Netewên Yekbûy li bajarê NewYork a Amerîkayê hat lidarxistin, endamê Polîstboruya YNKê, Seidî Ehmed Pîre li ser navê YNKê gotarek pêşkêş kir û têde daxwaza alîkariyên leşkerî ji Herêma Kuridstanê û Hêza Pêşmerge re kir.
Li gor medyayên ser bi YNKê ve, Seidî Ehmed Pîre di destpêka gotara xwe de amaje bi şerê li dijî DAIŞê kiriye û tê de ragihandiye: “Me bi hezaran qurbanî daye, em sipasiya piştevanî û alîkariyên hevpeymanan dikin, lê belê bo serkeftina zêdetir û jinavbirina terorê li navçeyê, pêwîst e w alîkarî û piştevanî bên zêdetirkirin û lez bê kirin bo şandina çekên cur bi cur û pêşkeftîtir.”
Seidî Pîre herwiha di gotara xwe de ragihandiye: “Pêşmerge bi nûneratiya hemû aliyan şerê terorê dike, bi rastî nizanim sedemê paşxistina şandina çek bi hincetên cur bi cur û nelojîkî çi ye. Em ditirsin dema çek bigihin me, terorîstan zirarek mezin li me dabin.”
Nûnerê YNKê di beşeke din a gotara xwe de gotiye: “Îro li Herêma Kurdistanê zêdetirî 1 milyon û 500 hezar penaber hene, nek tenê hûn, me jî krîza darayî heye. Wek mînak çavkaniya sereke ya dahata me petrol e ku niha nirxê wê %60 kêm bûye. Di demekê de ku me 1 hezar û 500 km eniyên şer hene û ew yek paşxistina xercê qebûl nake, rojane me xerciyên din ên zêde jî heye, ji ber wê jî alîkarîkirina Herêma Kurdistanê bûye pêwîstiyek hetmî.”
Civîna encûmena rêxistina Sosyalîst Internasyonal di heyama du rojên borî de bi beşdariya nûnerên 65 partiyên Sosyalîst Demokrat ji 55 welatan ve li baregehê Netewên Yekbûyî li NewYorkê hat lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse