Li 3 herêmên Şirnexê qedexe hat ragihandin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, li 3 herêmên navçeya Elkê 9 roj qedexe hat ragihandin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê, ev 3 herêm wekî “Herêma Ewlehiya Taybet” hatine destnîşankirin û çûn û hatin qedexe ye.
Parêzgariya got ku biryara qedexeyê bi armanca “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.
Parêzgariya Şirnexê diyar kiriye ku qedexeya li herêmên “Gîresumunu, Eksîkdag û Çiyayê Meydanê” 8ê Tîrmehê (îro) dest pê dike û heta 16ê Tîrmehê demjimêr 00:00an berdewam dike.
Parêzgariyê hişyarî daye xelkê ku ji bo silametiya xwe neçin herêmên qedexekirî.