AMED - Germahiya zêde bandoreke neyînî li ajelên kovî kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê nebûn an kêmbûna avê canê ajelên kovî dixe metirsiyê.

Navenda Dermankirin û Rizgarkirina Ajelên Kovî ya Dîcleyê hewl dide ajelan biparêze û vê metirsiyê kêmtir bike.

Navend hinek ajelên kovî yên ku ji ber nebûna avê û birçîbûnê nexweş ketine derman dike.

“Çavkaniyên avê ziwa bûne an jî kêm bûne”

Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Alaeddîn Kaya diyar kir ku pirsgirêk “mezin” û wiha peyivî:

“Germa zêde ya havînê bandoreke neyînî li ajelên çêlîk dike.

Pirsgirêkeke mezin e ku nikarin xwe bighînin çavkaniyên avê. Çavkaniyên avê ziwa bûne an jî kêm bûne.

Mixabin ji ber rewşa ku em jê re dibêjin lêdana germê, canê çêlîkan dikeve metirsiyê û em wan li vê navendê derman dikin.”

Dema ku çêlîk anîne Navenda Dermankirin û Rizgarkirina Ajelên Kovî ya Dîcleyê piraniya wan birîndar an jî bê hiş bûne.

Çêlîk li gel dermankirinê ji bo ku baş bibin bi şîr, kurm û carinan jî bi kezebê tên xwedîkirin.

“Divê em çavkaniyên avê biparêzin”

Mamosteyê Beşa Zoolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Recep Karakaş jî got:

“Ava çem û golên me, bi wext re ji ber germê dibe hilm û kêm dibe.

Ji ber vê yekê jî canê ajelên kovî dikeve metirsiyê. Bi taybetî bandoreke zêde li ser çêlîkan çêdibe.

Divê em çavkaniyên avê biparêzin. Çemên xwe qirêjî nekin û ava vexwarinê bo çandiniyê bi kar neyînin.”

Li gorî amaran, di 6 mehên îsal de zêdeyî 100 ajelên wekî rovî, pezkovî, baz, kund, kîso, sîvorî û legleg li Navendê hatine dermankirin û paşê dîsa ber bi nav xwezayê ve hatine berdan.