MSD: Bêyî Rêveberiya Xweser aştî çênabe

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê MSDyê Mehmûd Muslit got ku bêyî rola çalak a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li Sûriyeyê aramî û aştî pêk nayê.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li bajarê Hisîçayê yê Kantona Cizîrê ji bo gotûbêjkirina bipêşketinên dawî yên siyasî civînek li dar xist.

Ji bilî Hevserokên MSDyê Leyla Qereman û Mehmûd Muslit, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî civînê bûn.

Hevserokê MSDyê Muslit di civînê de anî ziman ku "divê di avakirina paşeroja Sûriyeyê de performansa siyasî û rêxistinî ya MSDyê bi aliyê xwe yê neteweyî ve bê xurtkirin."

Li gorî nûçeya ANHAyê, Hevserokê MSDyê bal kişand ser girîngiya qonaxa heyî di avakirina paşeroja Sûriyeyê de û got ku MSD bi rihekî yekîtiyê yê dûrî neyartiyê kar dike.

Muslit anî ziman ku bêyî rola çalak a Rêveberiya Xweser a Rojava, li Sûriyeyê aramî û aştî çênabe û destnîşan kir ku "MSD li pêşiya lihevkirinê ne asteng e" û ev tişt anîn ziman:

“MSD, bingeha diyalogeke siyasî ya berfireh e.

Ev nîşaneya nermbûn û berpirsiyariya ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî ye.

Ev rewş, di xurtkirina aramiyê û avakirina aştiyê de li Sûriyeyê, destê me xurt dike.”

Hevserokê MSDyê Muslit, bal kişand ser pêwîstiya diyarkirina nêzîkatiyên nû yên stratejîk ji bo xurtkirina têkiliyên bi dewletên Ereb re.