Kê xwest ku gerîla ne di weşana zindî de çekan deynin?
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyên ku hatine ji Rûdawê re aliyê Tirkiyeyê xwestiye ku merasîma çekdanînê zindî neyê weşandin.
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand, merasîma ku tê payîn PKK tê de peyama çekdanînê bide dê bi awayekî zindî neyê weşandin û beşdariya rojnamegeran jî hatiye sînordarkirin.
Çavkaniyeke agahdar ji Rûdawê re eşkere kir ku ev guherîna di plana weşanê de li ser daxwaza Tirkiyeyê bûye.
KCKyê şeva borî di daxuyaniyekê de ji ber vê guherîna ji nişka ve ji rojnamegeran lêborîn xwest û ragihand:
"Ji ber rewşa ewlehiyê, di merasîmê de guherîn hatiye kirin û ew dê rasterast neyê weşandin. Rojnameger jî nikarin rasterast li cihê merasîmê amade bibin."
Berê biryar hatibû dayîn ku merasîm bi beşdariya rojnamegeran û bi weşaneke zindî ji tevahiya cîhanê re bê nîşandan.
Lê belê çavkaniyeke agahdar îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Guherîna di weşana zindî de li ser daxwaza Tirkiyeyê bûye."
Li gorî heman çavkaniyê, "Ji aliyê KCKyê ve ti pirsgirêk di weşana zindî de nebû û ji bo vê mebestê rojnameger vexwendibûn û form jî ji wan re amade kiribûn lê ev pêngav li ser daxwaza Tirkiyeyê hatiye avêtin."
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol pêk dihat roja yekşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.
Heyeta Îmraliyê doh jî (duşem) bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re jî civiyabû.
Li gorî daxuyaniya KCKyê, ji bo rojnameger karibin bûyerê bişopînin rêyeke alternatîv hatiye dîtin û ev rê wiha ye:
"Li cihekî nêzîkî merasîmê dê ekraneke mezin were amadekirin û piştî merasîmê, dîmenên tomarkirî dê li ser wê ekranê werin nîşandan."
Agahiyên Rûdawê nîşan didin ku "Tenê medyaya fermî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û medyaya fermî ya Tirkiyeyê dikarin di merasîmê de amade bibin.
Li gorî rêkeftina her du aliyan, mafê ti aliyî nîne ku merasîmê bi awayekî zindî biweşîne."
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) jî di daxuyaniyekê de piştrast kir ku guherîn çêbûye û ragihand:
"Biryar hatibû dayîn ku merasîm ji medyayê re vekirî be lê li gorî nirxandinên dawî, biryar hat dayîn ku li cihekî cuda bê kirin û dîmenên tomarkirî pişt re bi lez bigihîjin medyayê."