Li Şaredarê Semsûrê cezayê malê hat birîn
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Semsûrê Abdurrahman Tutdere ku di çarçoveya lêpirsîna “gendeliyê” ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatibû desteserkirin îro bi şertê kontrola edlî hat berdan û cezayê hepsa malê hat dayîn.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê Zeydan Karalar û Serokê Şaredariya Semsûrê Abdurrahman Tutdere yên CHPyî beriya 4 rojan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatibûn desteserkirin.
Zeydan Karalar û Abdurrahman Tutdere îro bi 11 kesên din re derketin pêşberî dadgehê.
Dadgehê biryar da ku Abdurrahman Tutdere bi şertê kontrola edlî bê berdan û cezayê hepsa malê hat dayîn.
Her wiha hat xwestin ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Edenê Zeydan Karalar girtî bê darizandin.