‘Çekdarên el Nusra 450 kurdên sivîl kuştin’


Hewlêr (Rûdaw) - Tê îddîa kirin ku ew 450 kurdên sivîl ên rojavayê Kurdistanê yên ji aliyê Cebhet el Nusra ve hatibûn dîlgirtin, ji aliyê hêzên wê grûba îslamî ya radîkal ve hatine kuştin. Berpirsekî nêzîkî PYDê jî dibêje, wan termên 100 kuştiyan piştrast kirine.

 

Siyasetmedarê Kurd Dr. Nasir Hecî Mensûr dazanîn ku nasnameya 100 Kurdên kuştî ji aliyê wan ve hatine destnîşankirin.


Endamê Serkirdeya Bizava Civaka Demokratîk (Tev-Dem) ê Dr. Nasir Hecî Mensûr, îddîaya kuştina 450 kesên Kurd ku di nav wan de 120 zarok jî hene, ji rojnameya Taraf ya Tirkî re ragehand ku li dûv pêzanîn û dîmenên gehiştine dest wan Kurdên ji her du gundên Helebê Til Hasil û Til Xelef reviyane, beşek ji wan di dema revîna bi kemyonetan de di encama topbarankirinê de û beşekî din jî dema bi piyan ji nav gund revîyane ji aliyê çekdarên el Nusra ve hatine kuştin.

Her wusa Dr. Mensûr got: " Ji 450 kesên ku 120 ji wan zarok bûn, heta niha me kariye nasnameya 100 kesî destnîşan bikin û li ser yên mayî jî hêj xebata me didome.

 

Li dûv dazanîna Dr. Mensûr, Kurdên ku hatine revandin li mizgeft û dibistanan têne komkirin û her li van cihan ji aliyê çekdarên el Nusra ve tên kuştin.

 

Dr. Mensûr ev yek jî dazanîn ku Serokê Konseya Leşkerî ya Şoreşa Helebê ya girêdayî Arteşa Sûrî ya Azad Abdulcebbar Guweydî, di kombûneke Konseyê ya taybet de gotiye;  `Dema nehiştina van Kurdan hatiye. Êdî bi Kurdan re lihevkirin nema. Divêt hemî bêne kuştin.`  

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov jî diyar kir ku çekdarên îslamî yên Nusra yên girêdayî El Qaîde, 450 kurdên sivîl ên rojava kuştine.