Profesorê Amerîkî bû serokê Zanîngeha Silêmaniyê

Hewlêr (Rûdaw) – Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê ji bo serokatiya nû ya zanîngehê Prof. Bruce Walker Ferguson destnîşan kir. Fergyson îro dest bi karê xwe dike.

 

Piştî ku ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê ve bi awayek fermî hate pesendkirin, Prof. Bruce Walker Ferguson bû serokê nû yê Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê.

 

Peyamnêra Rûdawê Şadiye Resûl ragihand ku dê Prof. Fergûson îro bi awayek fermî  dest bi karê xwe bike.

 

Rêveberê Pêwendî û Ragihandina Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê Bijar Boskanî ji Rûdawê re diyar kir ku ev salek e ji bo hilbijartina serokê nû yê zanîngehê lêkolîn û lêgerînan dikin. Di encamê de jî biryar dane ku Prof. Bruce Walker Ferguson weke serokê nû destnîşan bikin.

 

Prof. Bruce Walker Ferguson jî ji Rûdawê re got, “Em hatine li ser wê bingeha bi hêz, guhertinên baştir bikin. Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê xwedan karmend û xwendekarên bi hêz e.”

 

Prof. Ferguson di beşa yasayên navdewletî de ji Zanîngeha Harvardê bawername wergirtiye û sernivîskariya govara Harvard Law Review kiriyte. Ji heman zanîngehê bawernameya mastera perwerdeyê jî wergirtiye.

 

Ferguson yek ji damezrêner û rêveberê Orbital ATK e ku ev şîrket taybet karê teknolojiya besmanî dike û di nav rêzbendiya Borsaya New Yorkê de navê wê heye.

 

Herwiha yek ji damezrênerê şîrketa parastina jîngeh û biyoteknolojî ya bi navê Edenispace Syistemis Corporation e.

 

Serokê nû yê Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê Ferguson beriya niha endamê Navenda Zanista Navdewletî û Siyaseta Teknolojiyê ya Zanîngeha George Washingotn bûye.

 

Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê bi armanca xizmeta xwendina bilind, di sala 2007ê de hatiye damezrandin.