15 Photos
Silêmanî (Rûdaw) – Roja çarşemê 08-08-2018an di 42emîn salvegera damezrandinê de Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê nimayîşeke leşkerî encamp da.
Berpirsê Dezgeha Karûbarên Pêşmergeyên Partiya Sosyalîst Selah Hacî Elî ji Rûdawê re ragihand ku nimayîşa leşkerî bi beşdariya 500 pêşmerge hatiye encamdan û got: “Destpêkê karê partiya me şoreş bû, wek wefayek ji bo wê şoreşê, me biryar da di salvegera damezrandina partiyê de nimayîşeke leşkerî bikin.”
Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê di 08-08-1976an de hatiye damezrandin û sekreterê partiyê Mihemed Hacî Mehmûd e.