Hevpeyvîna Bolton a li gel Rûdawê bû rojeva medya cîhanê
Hewlêr (Rûdaw) – Hevpeyvîna Şêwirmendê Berê yê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton a li gel Rûdawê, gelek karvedan li pey xwe anîn.
Rojname û televizyonên navçeyî û cîhanî Rûdaw bi çavkanî girtin û daxuyaniyên John Bolton ên di hevpeyvîna li gel Dilbixwîn Dara belav kirin.
Medya Tirkiyê bi berferehî cih dane wê hevpeyvînê û ew yek derxistine pêş ku Bolton di televizyona Rûdawê de gotiye ku “Donald Trump nekariye li hember Recep Tayyîp Erdogan raweste.”
Rojnameya Takvîm a Tirkiyê bi sûdwergirtin ji hevpeyvîna Rûdawê ya li gel Bolton, bi manşeteke mezin nivîsand: “Trump nikare li dij Erdogan raweste.” Heman rojnameyê bi amajekirin bi Rûdawê diyar kiriye, “John Bolton bi rêya Rûdawê serinca xwe bo bihêzbûna Tirkiyê li Iraq û Sûriyê diyar kir.”
Hevdem kenala A Haber ku nêzîk e li AK Partiyê, mijarek derbarê hevpeyvîna Bolton belav kir û nivîsand: “Şêwirmendê Berê yê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê di hevpeyvîneke balkêş de bo kenala Rûdawê, dema ku rojnamevanê wî kenalî pirsa derbarê çawaniya qanihkirina Donald Trump ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan ve kir Bolton got, `Xwezî min karîba bersiveke baş bidim vê pirsyarê. Heta ez jî tênagihijim.”
Herwiha kovara Newsweek a Amerîkî jî hevpeyvîna Rûdawê wek çavkanî wergirtiye û di manûetê de nivîsandiye, “Divê Îran Ayetullahên Îranê ji desthilatê dûr bixe û desthilatê vegerine bo xelkê.”
Rojnameya Sabah a Tirkiyê jî bêyî ku amaje bi navê Rûdawê bike behsa hevpeyvîna Dilbixwîn Dara û John Bolton kir û got, “John Bolton amaje bi wê kir, Serokê Amerîkayê Donald Trump nikare li hember Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan raweste.”
John Bolton, sindoqa nihêniyên Koşka Spî, heta berî têkçûna peywendiyên li gel Donald Trump, yek ji bihêztirîn û girîngtirîn kesayetan bû li Amerîkayê.
Bolton pirtûkek nivîsandiye û tê de behsa nihêniyên Koşka Spî dike û wê pirtûkê li cîhanê deng vedaye û ji bo çendîn zimanan hatiye wergerandin.
Rûdaw yekem televîzyona Kurdistanî ye ku bo cara yekem hevpeyvînek li gel John Bolton encam da.
Di wê hevpeyvîna berfireh a li gel Dilbixwîn Dara, John Bolton bersiva komeke pirsyarên peywendîdar bi siyaseta Amerîkayê ya li beramber Kurdan dide.
Herwiha John Bolton di hevpeyvînê de amaje bi wê kir ku ew piştevaniyê li wê dike Amerîka li serxwebûna Başûrê Kurdistanê mikûr were û perçebûna Iraqê jî bi qazanca xelkê wî welatî dibîne.