Herêma Gola Wanê mazûvaniya 230 cure perperokan dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 430 cure perperokan hatine tomakirin û ji van 230 cure di hewzeya Gola Wanê de dijîn û ev perperok bala çavdêrên ku bi cureyên endemîk re mijûl in û bala wênekêşên siruştê dikişîne.

Bi floraya xweya dewlemend, bilindahî û xwezaya xwe ya taybet hewzeya Gola Wanê, ku tê de gelek zîndewer hene, di nav jîngehên herî girîng ên bi dehan cureyên perperokan de ye, ku piraniya wan endemîk in.

Ji gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û herwiha ji welatên din gelek çavdêrên perperokan û wênekêşên siruştê jî diçin Wan û Bedlîsê û cureyên perperokan ên endemîk tomar dikin.

Mamosteyê li Zanîngeha Bedlîsê Erenê Oktay Subaşî ragihand ku li Bakurê Kurdistanê cihên ku perperokan herî zêde lê dijîn yek jî Hewzeya Gola Wanê ye. 

Oktay Subaşî diyar kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 430 cure perperokan dijîn û ji van 230 cure li hewzeya Gola Wanê dijîn, cureyeke perperokan a bi navê “Roseya Pirçav” tenê li Wanê tê dîtin.