Welatiyan dixwest geşt bêne zêdekirin: Balafirgeha Êlihê dê were girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Balafirgeha Êlihê ji ber karûbarên nûjenkirina pîstan dê meha îlonê girtî be.
Parêzgar û Şaredarê qeyûm ê Êlihê Ekrem Canalp di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku dê Balafirgeha Êlihê ji ber karûbarên nûjenkirina pîstên balafiran tevahiya îlonê dê girtî be.
Ekrem Canalp diyar kir ku divê pîstên balafirgehan dem bi dem bên nûjenkirin û got, “Pîstên Balafirgeha Êlihê jî dê bên nûjenkirin.”
“Welatî dixwazin geştên esmanî bên zêdekirin”
Ekrem Canalp li ser çareseriya pirsgirêka girtina balafirgehê got:
“Welatiyên me yên di nav sînorên Êlihê de dê biletên xwe nîşan bidin û bi heqê herî kêm ê otobusan ku 5 lîre û nîv in ji Êlihê ber bi Balafirgeha Amedê ve û ji wê derê jî ber bi Êlihê ve mehekê çûnûhatinê bikin.
Geştên otobusan dê li gorî geştên asmanî bên diyarkirin.”
Vê dawiyê piraniya welatiyên parêzgehên Amed, Wan, Sêrt û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê ji ber kêmiya geştên esmanî bi gilî û gazin in.
Welatî dixwazin geştên esmanî yên ji bo Bakurê Kurdistanê bên zêdekirin.
Herwiha parlamenterên wan bajaran heta niha ev mijar gelek caran biriye Parlamentoya Tirkiyeyê lê hîn jî nehatiye çareserkirin.