Şêx Hîkmet Hecerî ji Konferansa Yekhelwestiyê re peyam şand: ‘Pirrengî ne gef e’

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya nûnerên hemû pêkhateyên etnîkî û olî, Rêveberiya Xweser û fermandarên leşkerî, “Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakurrojhilatê Sûriyeyê” dest pê kir.

Di konferansê de ku tê payîn biryarên girîng ji bo paşeroja herêmê jê derkevin, Serokê Ruhanî yê Durziyan Şêx Hîkmet Hecerî di peyama xwe ya vîdeoyî de got, “Pirrengî ne gef e, samaneke girîng e.”

Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakurrojhilatê Sûriyeyê îro li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Xwîranê ya Hisîçayê bi beşdariyeke xurt dest pê kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî di nav amadebûyan de ne.

Li gel wan, nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên gelên Kurd, Ereb, Siryan, Ermen û Tirkmenan cihê xwe girt.

Yek ji xalên herî girîng ên konferansê, peyama vîdeoyî ya Serokê Ruhanî yê Durziyan Şêx Hîkmet Hecerî bû.

Hecerî piştgiriya civaka Durzî ji bo yekrêziya pêkhateyan anî ziman û got:

“Di serdemeke ku zehmetî tê de zêde ne û astengî li hev dikevin em îro vê kongreya pîroz li dar dixin da ku bi yekdengî bibêjin: Yekgirtina pêkhateyan a li başûr û rojhilatê Sûriyeyê ne tenê dirûşmeke siyasî ye, aramiyeke wijdanî ye ji bo welat û gelekî ku rûbirûyî şerê paşguhkirinê bûye.

Em, zarokên civaka Durzî, li gel birayên xwe yên Kurd, Ereb, Siryan, Êzidî û Tirkmen radiwestin û ev pêkhate di wê baweriyê de ne ku pirrengî ne gef e, samaneke girîng e û yekrêziya me di bin dirûşma 'Bi hev re ji bo pirrengiyê û bihêzkirina yekrêziya me; hevparî paşeroja me ava dike' de xurt dike.

Ev konferans destpêka rêçikeke nû ye; stûnek e ku parastina rûmet û azadiya mirovan li welatekî ku mirov ne li ser bingeha aidîyet û nêrînên xwe, li ser bingeha mirovbûn û beşdariya xwe ya di jinûveavakirinê de tên nirxandin, xurt dike.”

Li gorî bernameya konferansê, piştî axaftinên destpêkê, dê nûnerên HSD, MSD û Meclisa Jinan rewşa heyî û dîtinên xwe yên ji bo paşerojê pêşkêş bikin.

Piştre jî dê nûnerên pêkhateyên din ên etnîkî û olî mafê axaftinê wergirin.

Tê payîn ku konferans bi xwendina encamnameyeke hevpar a ku dê nexşerêya pêkhateyan a ji bo Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî diyar bike, bi dawî bibe.