Hewlêr (Rûdaw) - Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan Bakurrojhilatê Sûriyeyê bi encamnameyekê bi dawî bû.
Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê “Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakurrojhilatê Sûriyeyê” ya ku hemû pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê anî cem hev îro li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Xwîranê hat lidarxistin.
Nêzîkî 500 siyasetmedar, rewşenbîr, şêxên eşîrên Ereb û Kurd, nûnerên Suryan-Asûr-Kildan, Ermen, Tirkmen, Çerkes, hevserokên Rêveberiya Xweseriya, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî û rêxistinên jinan, keşîşê Cizîrê û Firatê Marmaros Amsîh, Yekitiya Suryan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Şêx Murşîd Xeznewî beşdarî konferansê bûn.
Konferan bi encamnameyekê bi dawî bû û Serokê Meclisa Êla El Teyiyê ya Ereb Hesen Ferhan encamnameya konferansê xwend.
Îradeya hemû pêkhateyan hat temsîlkirin
Hesen Ferhan diyar kir konferans di qonaxeke nîştimanî ya hestiyar de û bi berpirsyariyeke hevbeş li hemberî rewşa heyî û paşero welat hat lidarxistin û got:
“Di konferansê de vîna nûnerên ji tevahî pêkhateyên herêmê wekî Kurd, Ereb, Siryan, Asûr, Tirkmen, Ermen û Çerkes amade bûn.
Pêkhateyan pabendbûna xwe ya hevbeş li hemberî rêveçûna nîştimanî ya demokratîk a berfireh a li ser bingeha pirrengî, şirîkatî û hemwelatîbûna wekhev nîşan da.”
Beşdarên konferansê amaje bi kûrahiya dîrokî û dewlemendiya çandî ya pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û her wiha rewşa piştguhkirin û dûrxistina ku bi dehên salan ji aliyê sîstemên navendî yên li pey hev ve rastî wê hatine, kir
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Ev yek bi taybet di serdema rejîma hilweşyayî de hat kirin. Rejîmê li dijî pêkhateyên herêmê siyasetên sîstematîk ên çewisandina nasnameyan, lawazkirina binesaziya civakî û aborî, ferzkirina projeyên guhertina demokratîk, mehrûmkirina şêniyan ji mafên xwe yên bingehîn ên nûnertî û beşdarî û geşepêdana adilane, pêk anîn.
Ew reftar û kiryarên rojane yên ku di vê qonaxa dîrokî ya girîng de li hemberî gelê Sûriyeyê tên kirin, bi taybetî tiştên ku li beravê, Siwêdayê û li hemberî Xiristiyanan hatin kirin, digihîjin asta tawanên li dijî mirovahiyê.
“Pêwîstî bi lêkolîneke bêalî heye”
Pêwîstî bi lêkolîneke bêalî heye ku bi şefafî û bi duristî bixebite da ku tawanbarên rastîn, kî dibin bila bibin, diyar bike. Em van kiryaran wekî tawanekê li dijî tevna neteweyî ya giştî dibînin.”
Di konferansê de hat tekezkirin ku pirrengiya neteweyî, olî û çandî ya li Rojavayê Kurdistanê çavkaniya dewlemendî û hêzê ye û li ser pêwîstiya çespandina vê pirrengiyê di binesaziyên siyasî û îdarî de û misogerkirina nûnertiya hemû pêkhateyan bi awayekî ku yekîtiya civakê xurt bike, rawestiya.
“Modela Rêveberiya Xweser dikare were bipêşxistin”
Her wiha hat gotin, “Divê ev pirrengî di binyada siyasî û rêveberî de were xurtkirin û temsîla tevahî pêkhateyan were kirin.
Modela Rêveberiya Xweser modeleke hevbeşî ye dikare were bipêşxistin û bihêzkirin û ji bo birêvebirina civakî ya demokratîk modeleke zindî ye.”
Li gorî daxuyaniyê, “Beşdaran fedakariyên ku HSDyê di parastina herêmê û rûmeta gelên wê de dane, silav kir û got QSD ji bo avakirina artêşeke nîştimanî ya Sûriyeyê ya nû, pîşeyî û dilxwazî dendika pêwîst e. Ji ber ku temsîla rast a civaka Sûriyeyê dike, welat û xaka wê diparêze.
Ji ber baweriya me bi yekitiya Sûriyeyê û serweriya wê, em diyar dikin ku çareseriya maydîne bi destûreke demokratîk pêkan e.
Ji ber ku ew destûr dewleteke nenavendî ava dike ku beşdariya rastîn a hemû pêkhateyan di pêvajoya siyasî û îdarî de, li gorî azadiya baweriyê, edaleta civakî û rêveberiyeke baş, garantî dike.
Di vê çarçoveyê de, beşdar dibînin ku Danezana Destûrî ya heyî bersivê nade daxwazên gelê Sûriyeyê yên ji bo azadî û rûmeta mirovî ku ev yek jî pêwîstî bi ji nû ve nirxandinê heye da ku beşdarbûneke berfirehtir û nûnertiyeke adil di qonaxa veguhêz de misoger bike.”
Hesen Ferhan da zanîn ku lonferansê tekez kir ku pêkanîna lihevkirina niştimanî, pêwîstî bi destpêkirina rêyeke rasteqîn a dadmendiya veguhêz heye ku li ser bingeha eşkerekirina rastiyê, lêpirsînê û qerebûkirina zererê bêyî cudahî be û misogerkirina dubarenebûnê be da ku hawîrdoreke guncaw ji bo vegera bi ewle, birûmet û dildarî ya koçberan were amadekirin û hemû şêweyên guhertina demografîk werin redkirin.
Peymana 10ê Adarê hat nîqaşkirin
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Beşdaran bal kişand ser girîngiya rola çalak a jin, ciwan û civaka sivîl di pêşengiya pêvajoya jinûveavakirinê, çespandina nirxên aştiya civakî, diyalogê û redkirina nefretê de, bi awayekî ku beşdarbûna rastîn di rêveberiya dewlet û civakê de xurt bike.
Li ser bingeha van xalan, konferansê girîngiya ji nû ve nirxandina dabeşên îdarî yên heyî destnîşan kir, bi awayekî ku li gorî rastiya demografîk û geşepêdanê ya Sûriyeyê be û taybetmendiyên cografî, dîrokî û çandî yên civakên herêmî nîşan bide.
Konferansê li ser Peymana 10ê Adarê û encamên Konferansa (Yekîtiya Helwesta Kurdî) nîqaş kir û pabendbûna xwe bi wan wekî gavên avaker ên ber bi lihevkirineke niştimanî ya berfireh ve piştrast kir ku baweriya Sûriyan bi welatê wan û paşeroja wan a hevpar vegerîne.
Ji bo avakirina projeyeke nîştimanî ya berfireh ku Sûriyeyê ji krîza wê ya niha derdixe, di konferansê de banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya berfireh hat kirin ku tê de tevahî hêzên nîştimanî û demokratîk beşdar bin. Ji ber ku ev kongre dê di xêzkirina nasnameya nîştimanî ya rastîn a berfireh de ji bo tevahî Sûriyeyiyan bibe alîkar.
Belgenameya ji Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye û naveroka wê, vîna azad, hişmendiya giştî ya hevbeş, israra avakirina Sûriyeyeke azad, yekgirtî, demokratîk, pirrengî, nenavendî nîşan dide.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse