Siyasetmedara kurd Perwîn Îbrahîm: Beşar Esed soz daye 140 xortên kurd berde

08-09-2013
RÛDAW
Perwîn  Îbrahîm
Perwîn Îbrahîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedara kurd li Sûriyê Perwîn Îbrahîm diyar kir ku serokê Sûriyê Beşar Esed amade ye digel kurdên Sûriyê rûnê û li ser çareseriya pirsa kurd gotûbêj bike.

Siyasetmedara kurd li Sûriyê Perwîn Îbrahîm ji paytexta Sûriyê Şamê bi telefonê beşdarî bûltena nûçeyan a Rûdaw TV bû û bersiva pirsan da.

Perwîn Îbrahîm li hember tevlîbûna encumena niştimanî ya kurd li Sûriyê (ENKS) bo opozîsyona Sûriyê nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Şerm e ku ENKS û partiyên kurdî tevlî hevpeymaniya opozîsyonê dibin. Çimkî hevpeymaniya opozîsyonê pişta wan kesan digire ku êrişî kurdan dikin, kurdan dikujin.”

Perwînê amaje bi daxuyaniyên serokê hevpeymaniya opozîsyona Sûriyê Ehmed Cerba jî kir û wiha anî ziman: “Ehmed Cerba got ku welatê me welatekî erebî ye û kurd tê de tune. Wê çaxê kurd çawa berê xwe didin hevpeymaniya opozîsyonê?”.

Wê siyasetmedara kurd ku nêzîkî rêjîma Sûriyê ye, diyar kir ku baweriya wan bi rêjîmê nayê lê şert û mercên niha wisa kir ku rêjîmê dît ku kurd milletekî aştîxwaz e ji ber ku li dijî rêjîmê çek hilnegirtin û ji ber wê jî rêjîm dê neçar be mafên kurdan bide.

Li gorî Perwînê, divê kurd mafên xwe ji hikûmetên xwe bixwazin çimkî kesên mîna Barzanî, Talebanî û Ocalan nikarin mafên kurdan bidest bixin…

Perwîn Îbrahîm da zanîn ku li ser daxwaza wan çalakvanê kurd ê rojavayê Kurdistanê Şepal Îbrahîm ji girtîgehê hatiye berdan her wiha Beşar Esed soz daye wan ku hinek kesên din jî bên berdan û ragihand, hinek daxwaziyên wan ên din jî hene ku dê pêşkêşî Beşar Esed bikin.

Perwînê eşkere kir ku navên 140 xortên kurd ên girtî dane serokê Sûriyê û wî jî soza berdana wan daye û destnîşan kir, lê gelek xortên kurd ên girtî hene ku ew jî dê bên berdan.

Wê siyasetmedara kurd bang li partiyên kurdî yên rojavayê Kurdistanê ku “li şûna ku berê xwe bidin hevpeymaniya opozîsyonê” bila bibin yek û mafên xwe bixwazin…

Perwînê partiyên kurdî bi xiyaneta li dijî kurdan û rêjîma Sûriyê tohmetbar kir û wiha axivî: “Çimkî partiyên kurdî li ser kêşeya kurdî nebûn yek.”

Li ser êrişa serbazî ya li dijî Sûriyê de jî Perwînê wiha got: “Ev 2 sal û nîv e ku Sûriyê rastî êrişê tê lê nekarîn tiştekî bikin. Eger Amerîka êrişî Sûriyê bike dê derbên giran bixwe.”

ENKS e duh biryar da tevlî hevpeymaniya opozisyona Sûriyê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst