Wezareta Xwendina Bilind: Di 6 mehan de 35 milyon dolar hatiye xerckirin

08-09-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê ragihand, di nav 6 mehan de 35 milyon dolar ji xwendekarên bernameya geşedanê re hatiye xerckirin.

Wezareta xwendina bilind a Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku nusxeyek ji Rûdawê re hatiye şandin, ragihand ku di heyama 6 mehan de yanê ji roja 14ê Sibata 2013 heta 25ê Tebaxa 2013 bi qasî 35 milyon dolar ji xwendekarên bernameya geşedanê re hatiye xerckirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê di nav 2 rojên bde lîsteya xercên darayî yên kandîdên bernameya geşedanê were ragihandin ku hejmara wan kandîdan 211 xwendekar e û wan kesan digire ku ji meha Îlona îsal de divê pêwîstiyên xwe yên darayî werbigirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye zanîn ku xercên hevalbendiya hevjînên xwendekaran jî dê bê dayîn.

Di dawiyê de wezareta xwendina xwendina bilind daxwaz ji xwendekaran dike ku eger kêşe û gazindeyek wan heye bi rêka e-mailên ku hatiye ragihandin, ji wezareta re bişînin.

Ev jî e-mailên wezaret xwendina bilind in:

-zankmed@gmail.com    

 

-hcdp.inquiries@mhe-krg.org  

  

-govand.sherwani@mhe-krg.org

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst