Li Şemzînanê agir bi daristanê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînanê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi daristanê ket û mezin bû.

Li gorî zanyariyan, şeva borî li nêzîkê gundê Surûnîsê yê Şemzînanê ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi daristanê ket û bi bandora bayê belav bû.

Gundiyan yekser dest bi xebatên vemirandina agir kir û li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê, AFAD û tîmên tenduristiyê jî çûn cihê şewatê.

Agir heta niha nehatiye vemirandin û xebatên vemirandinê didomin.

Qeymeqamiya Şemzînanê derbarê agir ragihand ku ji bo ewlehiya xelkê li 21 malan tedbîrên pêwîst hatine wergirtin.